Till sidans huvudinnehåll

Seks, laş û sihet bi kurmancî

Hemî fîlim li vir dakêşin

Mirov bi kîjan zimanî bipeyive jî, hewcedarîya her her kesî di derbarê laş û tenduristiya xwe de bi zanistiyê heye. Loma RFSUyê ji bo kesên ku bi swêdî nizane di derbarê laş, seks û têkiliyan de fîlm amade kirine.

Di vî warî de 17 fîlmên baş hene ku baş e mirov zanibe da ku mirov karibe baştir li xwe miqatebe û guh bide siheta xwe.Tu di derbarê laş de dibî xwediyê agahdariyan: bo nimûne li ser adetê û ku ducanî û zayîn çawa dibe. Em behs dikin bê tu çawa dikarî ji seksê zewqê bistînî, dûrî nexweşiyên cinsî bimînî û di dema seksê de heke biêşe, mirov çawa pêşî li êşê bigire.

Tu dikarî agahdariyên li ser şideta seksê, ya namûsê û suneta jinê bibînî. Û tu ê zanîbî heke alîkarî ji bo tenduristiyê, şêwrê û alîkariyê lazim be, tu ê ji ku bixwazî.

Adet

Adet xwîna ku ji mehê carekê ji quzê keç û jinan tê ye. Di fîlm de tu ê fêr bibî bê adet çi ye, kîjan adetparêz hene ku tu dikarî bi kar bînî û gava di dema adetê de tu biêşî tu ê çi bikî. Herweha tu ê agahdariyên ku di kîjan dema mehê de tu dikarî bizaro bibî, wergirî.

Alavê xweparastinê

Fîlmê di derbarê alavên xweparastinê de nîşan dide ku dema tu seksê bikî, tu ê çawa xwe biparêzî da tu avis nebî. Riyên cihê ên xweparastina li dijî avisbûna bêdaxwaz hene, bo nimûne p-piller û spiral. Tu dikarî kondomê jî bi kar bînî. Kondom gava mirov seksê dike, mirov hem ji avisbûna bêdaxwaz hem jî ji nexweşiyên cinsî diparêze.

Zarokjiberkirin / Zarok jiberxwekirin

Fîlm nîşan dide gava tu avis î û naxwazî zarokê bînî, divê tu çi bikî. Zarokjiberkirin / zarok jiberxwekirin an jiberxwegirtin tê maneya ku tu zarokê naxwazî û dawiyê li avisbûnê tînî. Li Swêdê mafê herkesî heta hefteya 18an û jiberxwkirinê heye. Mirov dikare piştî hefteya 18an jî zarokê ji ber xwe bigire lê divê hingê sebebeke mirov ya taybetî hebe. Zarokjiberkirin / zarok jiberxwekirin ne talûke ye û heke te berê ji ber xwe kiribe jî, tu dîsa dikarî avis bibî.

Avisî, Ducanîbûn, Ducanî

Fîlmê di derbarê avisbûnê de nîşan dide bê tu çawa avis dibî û di kîjan rojên mehê de tu dikarî bi zaro bibî. Tu ê fêr bibî bê ka çi nîşanên avisbûnê xwe didin der, bo nimûne heke pêsîrên te biêşin, mehdê te bixele, an jî tu neketibî kirasan (adet nebûbî). Herweha tu agahadariyên ku tu nexwazî bi zaro bibî û zarokê ji ber xwe bigirî werdigirî.

Zarokanîn / Zayîn

Fîlmê li ser zayînê nîşan dide bê mirov li Swêdê çawa dikare zaroka xwe bîne, ji destpêka ku qolinc tên û heta zarok çêdibe. Tu fêr dibî bê ka tu, ya ku sunetkirî yî, tu ê xwe ji zayînê re çawa amade bikî. Herweha tu agahdariyên di derbarê sezeryanê de jî werdigirî.

Dema piştî zayînê

Dema piştî zayînê guhertineke mezin bi xwe re tîne, hem di warê fizîkî de hem jî di warê psîkolojîkî de. Di vî fîlmî de tu ê fêr bibî ku piştî anîna zarokê çi guhertin di laşî de dibe, tu ê çawa bikaribî birînên sivik bikewînî û heke piştî zayînê pirsgirêk ji te re derkevin, tu ê çi bikî.

Organê jinê, Zayenda jinê

Di fîlmê di derbarê organa jinê de tu ê fêr bibî ka derve û hundirê quz çawa dixuye û çawa dixebite. Her weha tu ê fêr bibî gava tu bi şehwet dibî bê çi bi quz tê, ka suneta jinê çi ye û çawa organ bi demê re tê guhertin.

Organê mêr, Zayenda mêr

Di fîlmê di derbarê organê mêr de tu ê bibînî bê kîr û gun çawa dixuyên û çawa dixebitin. Tu ê fêr bibî bê suneta mêr çi ye û çawa organê mêr bi demê re tê guhertin. Herweha tu ê fêr bibî ku dema ranebe tu ê çawa û ji ku alîkariyê wergirî û bê ka sedem çi ye.

Balixbûn / Kamilbûn

Di dema balixbûnê de laş ji zaroktiyê ber bi mezintiyê de tê guhertin. Berzika mirov derdikeve û mirov bêtir li seksê difikire. Keçik cara pêşî adet dibin û cara pêşî avika lawikan tê. Ev tê maneya ku mirov dikare avis bibe an jî hinan avis bike. Di vî fîlmî de tu ê bibînî bê di dema kamilbûnê de çawa laş û his tên guhertin û heke pirs û mitaleyên te hebin tu ê bi kû re têkevî têkiliyê.

Menepoz

Menepoz ew dem e ku êdî mirov ji adetê dibe û nema avis dibe. Di vî fîlmî de tu ê fêr bibî bê di dema menepozê de çi bi laş û giyanê mirov tê. Herweha tu di derbarê bê tu ê çawa êşên xwe ên sivik bikewînî jî dibî xwedî agahdarî, wek nimûne heke tu zêde xwêdan bidî, an jî quzê te ziwa bibe.

Nexweşiyên cinsî

Di fîlmê di derbarê nexweşiyên cinsî de tu dibî xwedî agahdarî bê çawa nexweşî di riya seksê de derbasî hev dibe, bo nimûne klamîdya, herpes û HÎV. Tu fêr dibî bê nexweşiyên cihê çawa derbasî mirov dibe û mirov çawa dikare bi riya bikaranîna kondomê xwe jê biparêze. Herweha tu agahdariyên ku heke nexweşiyeke te ya cinsî hebe, tu li kû dikarî xwe test bikî, wergirî.

Şehwet û zewq

Fîlmê di derheqê şehwet û zewqê de behsa bê tu ê çawa sekseke xweş bi yekî re bikî. Tu di derheqê zîlikê (klîtorîs) de û deverên din ên laşî ku bi ji bo mistdanê hesas in dibî xwedî agahdarî. Tu her weha dikarî fêr bibî bê tu ê çawa li xwe xweş bînî û bi xwe re seksê bikî.

Jan û êşa di peywendiya cinsî de

Fîlmê di derheqê Jan û êşa di peywendiya cinsî de behsa bê tu dikarî çi bikî gava tu nîhandinê dikî an seksê dikî û diêşe. Herweha tu fêr dibî bê ji ber çi sedemê diêşe. Bo nimûne belkî tu hingê naxwazî seksê bikî, an jî tu tam ne bi şehwet î û ne şil î. Herweha hin nexweşî jî hene ku dikin ku di dema seksê de mirov biêşe.

Taca vajînayê, Taca quz

Di fîlmê li ser taca vajînayê de tu ê fêr bibî bê devê quz çawa dixuyê. Tu perdeya keçkaniyê ya ku devê quz dinixumîne tuneye. Ji berdêla wê em ji devê quz re dibêjin taca vajînayê. Ne rast e ku di hemû carên pêşî de ku mirov bi hev re radizê xwîn tê û mirov nikare ji quz fêhm bike ka berê seks kiriye an na.

Sinetkirina/ Birrîni zayenda jinan

Suneta jinê tê maneya ku mirov hinekî ji quz dibire an jî zerarê dide hin aliyên quzê keçê an jinê. Hem li Swêdê hem jî li gelek welatên din suneta jinê qedexe ye. Di vî fîlmî de tu celebên cihê ên suneta jinê bîbînî û bê çi pirsgirêk dikare derkeve holê. Herweha tu, ya ku bi xwe tûşî vê yekê dibî, fêr dibî bê tu dikarî ji kû alîkariyê wergirî.

Stemkarî û şideta namûsê

Fîlmê li ser namûsê, di derbarê stemkarî û şideta bi namûsê ve girêdayî ye. Ev ew e gava merivek, an jî endamekî malbatê dixwaze serdestiyê li laşê mirov, têkiliya mirov ya seksî û jiyana mirov bike. Carina ev bi tehdît, şidet û zorê dibe. Dikare bê maneya mirov nikare bi kesê ku mirov bixwaze re têkeve têkiliyê, an jî berî zewacê seksê bike. Herweha tu ê fêr bibî bê di vê mijarê de qanûna swêdî çi dibêje û tu ji bo wergirtina alîkariyê dikarî serî li kû bidî.

Şideta seksî

Şideta seksî ew e ku mirov bêyî daxwaza hinan tiştên seksî bi wan bike, digel ku hin naxwazin jî dîsa mirov seksê bi wan re bike. Di fîlmê li ser şideta seksê de mirov fêr dibe bê di dema û piştî tecawizê de mirov çawa tevdigere û heke tu tûşê tecawizê bûbî bê tu ê serî li kû bidî. Her weha tu agahdariyên ka bê qanûna swêdî çi dibêje jî distînî.